Derhêner û Şanogeran qedexekirina filmê ‘Ji bo Azadiyê’ şermezar kirin

17’ê Kanunê 5’emîn Festîvala Filman a Silêmaniyê ya Navnetewî destpêkir. Lê di festîvalê de pêşandana fîlma ‘Ji bo Azadiyê’ hat astengkirin. Hunermendan astengkirina fîlmê şermezarkirin û diyar kirin ev bîryareke siyasî ye.

Li Silêmaniyê di 17’ê Kanunê de 5’emîn Festîvala Filman a Silêmaniyê ya Navnetewî destpêkir.

Biryar bû di 18’ê mehê de filmê ‘Ji bo Azadiyê’ bihata pêşandan. Lê pêşandana film ji aliyê organîzetorên festîvalê ve hate astengkirin.

Derhêner û şanogeran qedexekirina pêşandana filmê ‘Ji bo Azadiyê’ şermezarkirin û gotin:

“Em hemû li benda temaşekirina film bûn, lê mixabin li Herêma Kurdistanê huner û sînema di bin serweriya siyasî deye.”

Derbarê mijarê de şanoger Rehên Rêbwar, Derhêner Kusret Burhan û Derhêner Herdî Semîr ji ajansa Rojnewsê re axivîn.

Şanoger Rehên Rêbwar got:
“Mixabin bê hêcet, pêşandana filmê ‘Ji bo Azadiyê’ hate qedexekirin. Film hêjayî temaşekirinê bû, lê ev ne cara yakeme zextên siyasî li ser sînemaya Kurdî çêdibin.”

Derhêner Herdî Semîr jî got: “Pêwîst bû me film temaşekiriba, divê li dijî qedexeyê helwstek hebe, ji ber ku karesatên liser Kurdan hatine wendakirin û divî warî de valahî ye.

Derhêner Kusret Burhan jî got; “Çawa dibe di deqeya dawî de biryarek wisan bidin, ev cihê rexnê ye.

Ev yek bandorek neyênî jî dike, baweriya me bi azadiya sînemayê heye.”

Back to top button