BAC LI COTKARÊN EFRÎNÊ TÊN FERZKIRIN

Li Efrînê ji bilî revandin, talankirin û kuştinê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gelek kirinên qirêj li ser şêniyên herêmê pêk tîne.

Niha jî dewleta Tirk û çeteyên wê bac li cotkar û xwediyên samanan li Efrînê ferz kirine.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, li gundê Bayê rojane bac ji her cotkarekê ku dixwaze ji gund derkeve û çêrandina sewalên xwe bike tê standin.

Her wiha eger bacê nede nikare ji gund derkeve.

Li gundê Gêlanê çeteyên Feyleqa Şam bac li xelkên gund bi dayîna 300 teneke zeyt li gorî hejimara darên wan yên zeytûnan, ferz kiriye.

Kesên ku nikarin bacê bidin jî, bac li ser wan tên duqatkirin.

Leave a Reply

Back to top button