Jinên li kampên koçberiyê rewşên zehmet dijîn

Bi hatina demsala zivistanê re roj bi roj zehmetiyên jinên koçber ên li kampên koçberiyê zêdetir dibin.
Jinên ku li kampên koçberên Serêkaniyê û Girê Spî dimînin zahmetiyên xwe anîn ziman û gotin:
“Roj bi roj barê me girantir dibe.Em neçar in li benda rêveberiya kampê bin ku derfetên kar ji me re peyda bike.”

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa koçberiyê di demsala zivistanî de zahmetir dibe.

Tevê vê sermaya zivistanê û hemû astengiyan jî van koçberan qebûl nekir bê kar bimînin..

Bi her awayî hewl didin xwe bi rêve bibin da ku pêdeviyên xwe yê rojane bi dest bixin.

Bi hatina zivistanê re karê li nav zeviyan ê rojane rawestiyan..

Di encamê de bi sedan malbatên koçber bê kar man û barê wan ên jiyanî girantir bû ye.

Lê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sivikirina barê koçberan derfetên kar ji bo wan peyda dike.

Edle El Mihemed: Barê me yê peydakirina pêdiviyên rojane giran bû ye

Koçbera bi navê Edle El Mihmed a ku li kampa koçberên Serêkaniyê dimîne diyar kir ku di havînê de derfetên kar ji bo her kesî hebûn û wiha got:

“Lê bi hatina zivistanê re ev derfet neman û barê me yê peydakirina pêdiviyên rojane girantir bû.

Em neçar in li benda rêveberiya kampê bin ku derfetên kar ji bo me peyda bike.”

“Ji ber nebûna mazotê em neçarin gazê bi kar bînin”

Cîhan Elî jî da zanîn ku ew bi karê xwe yê dirûtina cil û bergan debara zarokê xwe dike û wiha anî ziman:

“Heta niha min mazota germkirinê wernegirtiye.

Ez neçar im ji bo germkirina zarokên xwe yên biçûk gazê bi kar bînim.

Qezenca ku ez ji dirûtinê werdigirim têra pêdiviyên malbatê di zivistanê de nakin.”

Hûriye Deham Silêman jî destnîşan kir ku ev 5 salin ew di bin van konan de di vê rewşa zehmet de li ber xwe didin.

Fatme El Salih jî anî ziman ku ew di bin van konan de rastî gelek zehmetiyan tên û çeteyên dewleta tirk a dagirker di malên wan de bi rehetî dijîn.

Back to top button