Vîrûsa Corona..jimara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt Hezar û 665

Vîrûsa Corona hîna di rojevê de ye û bi mayîna xwe ya di rojevê de jî diyar dike ku hêjmara qurbaniyên wê zêde dibe.Heta niha hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn hezar û 600 derbas kir. Lê di van rojên dawiyê de êdî agahiyên baştir derdikevin ku hêjmara qurbaniyan kêm dibe.

Vîrûsa Corona ku bûye metirsiyek herî mezin li ser jiyana mirovan, li qurbaniyên xwe kesên nû zêde dike.

Li Çînê heta niha 142 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan.

Bi vî wayî heta niha hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt hezar û 665.

Her wiha kesên ku vîrûs derbasî wan bûne jî hêjmara wan 68 hezar derbas kir.

Ji derveyî Çînê, li Filipîn, Japonya, Misir, Taywan û Fransayê jî kesekî jiyana xwe ji dest dan.

VÎRÛSA “CORONA”
LI ÎMARATÊ KESEKÎ BI ESLÊ XWE ÇÎNÎ BI VÎRÛSÊ KET

Li Îmarata Erebî jî kesekî ku temenê wî 37 sal bû ku bi eslê xwe Çînî bû, bi vîrûsê ket.

Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî Tedros Adhanom Ghebreyesus got,

Şewbe wê di kijan aliyê de bandor bike û texmînkirina wê ne gengaz e.

Di Konferansa Munich ya Ewlehiyê de, Ghebreyesus balkişand li ser krîza Covid -19 û wiha got:

Em ji Hikumet, Rêxistin, Kargeh û herkesî dixwazin ku bê ku tevlîhevî çêbikin bi mere bibin alîkar.

VÎRÛSA “CORONA”
DI KEŞTIYA RÊWIYAN A LI JAPONYAYÊ, VÎRÛS BELAV DIBE

Li aliyekî din jî di keştiya Japonya ku di bin çavdêriyê de ye, vîrûs derbasî di nav de 40 Amerîkî, 110 kesên din bû.

Li gorî daxuyaniya Serokê Tenduristiyê Katsunobu Kato  di keştiya ku li beravên Yokohama di 4’ê Sibatê de xistine bin çavdêriyê de 3 hezar û 500 kes hene.

Heta niha 355 kes vîrûs derbasî wan bûne.

Cara despêkê li bajarê Wuhan yê Eyaleta Huby vîrûsa Corona 12 Kanûna 2019’an derket.

Vîrûsa bi Covid – 19 hate pênasekirin di demeke kin de li cihanê belav bû.

Ev yek bû sedema ku rêxistina tenduristiyê ya Cîhanî ‘Rewşa Lezgîn” ragihîne.

Back to top button