Polîsan li Xelfetiyê êrîşê HDP’yîyan kir

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de çalakiyên xwe dewam dike, rastî êrîşên polîsên AKP’ê tê.
Li Xelfetiyê ya Rihayê polîsan êrîşî parlementerên HDP’ê kir û dest danîn ser pankarta ku li ser “Li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî” hatibû nivîsîn.
HDP’yîyan jî bertek nîşanî vê yekê dan.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de li Parka 4’ê Nîsanê ya navçeya Xalfetiya Rihayê xwest çalakiya “xeleka însan” pêk bîne.

Parlamenterên HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan û Nusredîn Maçîn, Hevseroka HDP’a Rihayê Emîne Çetîner û gelek rêveberên HDP’ê beşdarî çalakiyê bûn û despêkê serdana dikandaran kirin.

Xelkê eleqeyek mezin nîşanî HDP’iyan da.

Pişt re jî HDP’yî çûn cihê çalakiyê û bi astengiya polîsn re rûbirû man.

Ocalan: Biçin ji dizekan hesab bipirsin

Polîsan bi hêceta biryara qedexeyê ya walîtiyê destûra çalakiyê neda.

Şandeya HDP’ê li Kolana Înonu daxuyanî da.

Parlamenter Omer Ocalan li vir axivî û diyar kir ku Parka 4’ê Nîsanê ya di dorpêça polîsan de ji aliyê qeymeqam ve derxistine ber firotinê.

Ocalan da zanîn ku li şûna polîs diziya qeyûm asteng bikin lê hevdîtina wan û gel asteng dikin.

Ocalan: Tecrîd astengiya aştiyê ye

Omer Ocalan destnîşan kir ku ew ê1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Parka Elî Şelî ya li navenda Rihayê çalakiya “xeleka mirovan” pêk bînin û banga beşdariya çalakiyê kir.

Omer Ocalan diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê tecrîdkirina Rêber Ocalan e.

Polîsan xwestin hevseroka hdp’ê binçav bikin

Di kêliya ku axaftina Omer Ocalan dewam dikir polîsan xwest pankarta “Li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî” desteser bike.

Şandeya HDP’ê diyar kir ku ew nahêlin pankart were desteserkirin. Lê polîsan mudaxeleyî HDP’iyan kir, li hevseroka HDP’a Rihayê Emîne Çetîner dan û hewldan wê binçav bikin. Lê HDP’yî ketin navberê û destûr nedan.

Polîsan serî li zordestiyê da û pankart desteser kirin.

Şandeya HDP’ê daxuyaniya xwe bêpankart temam kir û pişt re derbasî avahiya HDP’ê bû.

Back to top button