Yemen..Di encam êrîşa Husiyan de 20 kes hatin kuştin

Li Yemenê Husiyan êrîşî mizgeftekê kir, di encamê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 80 kes jî birîndar bûn.

Hat gotin Husiyên ku Îran piştgiriya wan dike bi moşekê êrîşî mizgefteke li nava kampeke leşkerî ya girêdayî hikûmetê ya li bajarê Marîbê kirine.

Hat ragihandin di encama êrîşê de 20 kes hatin kuştin zêdeyî 80 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Enformasyonê yê Yemenê Muammer El Eryanî êrîş weke teror bi nav kir û şermezar kir.

Back to top button