KCDK-E: 1’ê Îlonê li her derê em dakevin qadan

Ji bo 1’ê Îlonê tenê çend roj mane.
KCDK-Ewropa 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir û got, dewleta Tirk li pêşiya aştiyê asteng e, Rêber Ocalan navnîşana çareseriyê ye.
KCDK-Ewropayê bang kir ku her kes 1’ê Îlonê dakeve qadan.

Ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya cîhanê tenê sê roj mane.

Bi vê boneyê, Kongreya Civakên Demokratîk ya Kurdistaniyên li Ewropa KCDK-Ewropa daxuyaniyek nivîskî weşand.

Kongrê diyar kir dewleta Tirk şerê qirkirinê yê dijî Kurdan didomîne, hemû nirxên cinsî û civakî kiriye hedefa xwe û şer veguherandiye şerê tinekrina Kurdan.

KCDK-Ewropa anî ziman ku dîktatorê faşîst Erdogan, di serî de AKP-MHP hemû partiyên dewletê, hêzên nijadperest û şoven ji xwe re kirine palpişt û bi israr şer ferz dikin.

KCDK-E’yê bi berdewamî diyar kir Rêber Ocalan li nav tarîtiya Rojhilata Navîn ku şerê cîhanê yê 3’yan lê tê kirin bi modêla neteweya demokratîk hêviya aştî û rizgariya li ber mirovahiyê daniye.

Di daxuyaniyê de, işaret bi fikrên Rêber Ocalan yên ji bo çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn jî hate kirin û ev tişt hate gotin:

Li Rojhilata Navîn ku ber bi kaosê ve diçe û li hemû cîhanê bi alternatîfa neteweya demokratîk çareseriyê datîne holê.

Ji bo ku fikrên Rêber Ocalan ên li ser jiyana azad li hemû cîhanê bi cih bibe ji her demê bêhtir divê mirov ramanên Rêber Ocalan ji mirovahiyê re vebêje.

KCDK-Ewropa di dawiyê de bi dirûşmeya “‘Bi Ocalan re Aştî, bi Ocalan re Azadî û Rizgarî” banga daketina kolanan ya di 1’ê Îlonê de kir.

Back to top button