Di çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li navçeya Gever a Colemêrgê de wesayîteke dagirkeriya dewleta tirk hate teqandin.
Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parve kir.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 25’ê Tebaxê gerîlayan li dijî wesayîta zirxî ya artêşa Tirk a dagirker ku li devera Şehîd Karker û Şehîd Gefûr a bi ser navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek sabotajê pêk anîn.
Di vê çalakiyê de ku xurtî li dagirkeran hate xistin, wesayît hat teqandin.
Lê têkildarî kuştî û birîndarên dagirkeriya dewleta tirk agahiyên berfireh ne hatin bidestxistin.
HPG’ê ragihand ku ev çalakî ji bo bîranîna herdu fermandarên Iraqî yên li gel Fermandar Egîd Garzan şehîd bûbûn pêk hatiye.