Zelûx Reşîd: Divê dewleta Tirk qanûnên parastina mafên jinan pêk bîne

Dagirkeriya Tirk li dijî jinên li herêmên dagirkirî asta tundiye zêde kiriye.
Endama Rêveberiya Desteya Jinan a Herêma Efrînê Zelûx Reşîd bê helwelstiya rêxstinên mafên mirovan rexne kir û destnîşan kir ku divê rêxistin zextê li dewleta Tirk bikin da ku li gorî peyman û qanûnên navnetewî tevbigere.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li dijî jinên li herêmên dagirkirine sûcên qirêj pêk tînin..

Tirkiye bi van sûc û binpêkirinan, dixwaze vîna jinan têk bibe. Ji ber wê kuştin, tundî û hemû binpêkirinên li dijî jinan zêde kiriye.

Seroka Desteya Jinan a Herêma Efrînê Zelûx Reşîd derbarê van sûcan de axivî û diyar kir ku siyaseta Tirkiyê li dijî jinê ne nû ye.

Zelûx got:

  • “Tirkiyê li dijî jinan êrşan pêk tîne, ji ber ku dizane vîna jinan vîna civakê ye û azadiya jinan azadiya civakê ye.
  • Dewleta Tirk dizane ku jinên Kurd koletiyê qebûl nakin.
  • Jinan êdî xwe nas kiriye û ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin.
  • Ji ber vê yekê û bi taybetî dibin hedefa hikumeta AKP’ê.”

Zelûx bibîrxst ku li Bakurê Kurdistanê jî heman siyaset li dijî jinan tên meşandin û ji bo civaka Tirkiyê bûye diyardeyeke xwezayî.

Têkildarî rola rêxistinên mirovî û navneteweyî li hemberî binpêkirinên Tirkiyê, Zelûx wiha got:

“Ev rêxistin hevkarên dewleta Tirk in û ji tundî û sûcên li dijî jinên li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, berpirsiyar in.

Bi şermezarkirinê dozên jinan li herêmên dagirkirî çareser nabin.

Divê zext li Tirkiyê bê kirin û li ser nepêkanîna peyman û qanûnên girêdayî parastina jinan, hesab jê bê xwestin.”

Back to top button