MSD: Armanc jê guhertina demografiye û bicihkirina tunderewan e

MSD’ê derbarê gefên dewleta Tirk a êrişeke nû ya dagirkeriyê, de got, ” dewleta Tirk dixwaze li herêmên dagirkirî ji bo komên çete îmaratekê ava bike.”
MSD’ê bang li hêzên Koalisyonê û NY kir ku helwestê nîşanî gefên dewleta Tirk bidin û pêşiyê li xeteriya vegera DAIŞ’ê, bigrin.

Serokê rejimna dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan 23’ê Gulanê gefa êrişeke nû a dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar..

Di vê derbarê de, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk MSD daxuyaniyek da.

MSD’ê hewldanên bicihkirina Sûriyan li herêmên ne yên wan piştî koçberkirina şêniyên wê yên resen bibîr xist û got:

“Armanc jê guhertina demografiya herêmên Kurdan e.

Nexasim 30 km ku Erdogan behsê dike, cihê gelek pêkhateyên wekî Kurd, Suryan, Êzidî, Ermen û Ereb e. ”

MSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk tevî komên alîgirên wê, deverên ku dagirkirine, tu ewlehî lê nemaye û wiha domand:

“Li van herêman binpêkirin û sûc li dijî şêniyên resen pêk tên.

Êdî diyar e dewleta Tirk li pêyî avakirina îmaretekê ye da hemû tundrawan û serçeteyan tê de kom bike û herêmê bike stargeha hemû alîgirên xîlafeta Îslamî.

Hîna xeteriya vegera DAIŞ`ê dewam e ku beriya çend mehan êriş li Girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê çêbû..”

MSD: Gefên dewleta Tirk xeteriyeke cidiye ku DAIŞ’ê zindî dike

MSD’ê teqez kir ku gefên dewleta Tirk xeteriyeke cidî li ser siberoja herêmê û aştiya herêmî û navneteweyî çêdike û got:

” Dixwaze terorîst û tundrawan bi navê opozîsyonê xurt bike û wan beşdarî xebatên ji bo pêşeroja Sûriyê bike û ev jî xetere.

Em her tevgereke leşkerî ya muhtemel şermezar dikin.

Welatên endam ên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê xwedî berpirsiyariyeke sereke ne û dikarin rê li destwerdana Tirkiyê bigirin..”

MSD: Koalisyona li dijî DAIŞ û ny divê helwestên xurt nîşan bidin

Meclisa Sûriya Demokratîk di daxuyaniya xwe bang li civaka navneteweyî û NY kir ku cidî nêzî gefên Tirkiyê bibin, helwestên xurt nîşan bidin û wiha bi dawî kir:

“Em bang li gelê Sûriyê û nûnerê wê jî dikin ku berpirsiyariya nîştimanî di ser berjewendiyên siyasî re bigirin û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê diyalogê esas bigirin.”

Back to top button