Ebdulkerîm Omer: Tirkiye hewl dide NATO’yê tevlî êrişên xwe bike

Têkildarî gefên êrişeke dagirkeriyê ya nû a dewleta Tirk Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer got, “Gaveke wiha wê rê li ber xeteriyên mezin veke.”
Omer da zanîn dewleta Tirk hewl dide NATO’yê jî beşdarî vê plana xwe ya dagirkeriyê bike û diyar kir wê gelên herêmê li dijî vê yekê li ber xwe bidin.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Edulkerîm Omer têkildarî gefên nû yên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa ANF’ê re axivî.

Omer destnîşan kir Dewleta Tirk her pirsgirêka navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û got:

“Yên ku dixwazin Mîsakî Mîllî pêk bînin, hewl didin NATO’yê jî tevlî vê komployê bikin.”

Abdulkerîm Omer ‘peymanên agirbestê’ yên 17 û 22’ê Cotmeha 2019’an bi bîr xist û wiha got:

“Weke Rêveberiya Xweser û QSD em li gorî van peymanan tevgeriyan, lê belê dewleta Tirk rojekê jî bi cih neanî.

Bêdengiya welatên garantor ên li beramberî binpêkirinan jî tê wê wateyê ku vê meseleyê qebûl dikin.”

Herwiha Omer plan û projeyên dewleta Tirk yên guhertina demografiya herêmên dagirkirî jî nirxand û got:

“Erdogan projeya xwe ya bicihkirina 1.5 milyon penaberên Sûriyeyî li herêmê, di pratîkê de ji xwe pêk aniye”

Ebdulkerîm Omer: Li dijî êrişan wê gelên herêmê li ber xwe bidin

Ebdulkerîm Omer destnîşan kir ku ew ji berxwedanê paşve gavê neavêjin û got,

“Ji aliyê dîplomatîk ve jî em ê kar bikin.”

Omer ji Gelê Kurd û tevahiya gelên Sûriyê xwest li dijî êriş û gefên dewleta tirk bibin xwedî helwest û dakevin qadan

Dawî Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer bang li raya giştî ya navneteweyî û Hikûmeta Şamê jî kur li dijî van gefên ku li dijî serweriya Sûriyê têne kirin xwedî helwest bin.

Back to top button