PDK’Ê BI DARÊ ZORÊ ÎMZEYAN JI BO VEGERA QAYMEQAMÊ XWE KOM DIKE

Rêveberiya PDK’ê ji bo ku qaymeqamê xwe careke din vegerîne Şengalê bi darê zorê îmzeyan li kampên ku Şengalî li bi cih bûne kum dike.

Koordînasyona Civaka Êzîdî jî bi daxuiyaniyekê kiryan PDK şermezar kir û bang li Meclîsa Ruhanî ya Êzidiyan, hikûmetên Bexda û Hewlerê kir ku pirsgirêk bi riya diyalogê çareser bikin û xweserî û îradeya Şengalê nas bikin.

Rêveberiya PDK’ê ji bo ku qaymeqamê xwe yê ku Şengal terk-kiri bû careke din vegerîne Şengalê bi darê zorê îmzeyan li kampên ku Şengalî li bi cih bûne kom dikin.

Koordînasyona Civaka Êzîdî bi daxuiyaniyekê kiriyarên rêveberiya PDK’ê, der heqê civaka gelê Êzîdî şermezar kir.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de wiha got;

Di sala 2017’an de dema Heşdî Şehbî derbasî Şengalê bû, qeymeqamê Şengalê yê wê demê Miheme Xelîl careke din îdereya ku di destê wan de bû, hişt û revîya. Li hemberî vê PDK û qeymaqamê wê niha li Başûrê Kurdistanê, li kampên penaberan ku gelê Şengalê lê dimîne kampanyayek îmzeyan daye destpêkirin.

Koordînasyonê diyar kir ku bi tehdît, zorê û maddîyatê, her wiha tehdîta bikaranîna çekan îmzeyan ji wan digirin û dixwazin bi rêya wan werin Şengalê.

Koordînasyonê ji Meclîsa Ruhanî ya Êzîdiyan û bi taybetî Bavê Şêx re teklîf kiriye û wan bide pêşîya xwe da ku bi vî rengî li ber Şerfedîn û Mergeha Şerfedîn siyaset bike.

Koorînasyonê bi domdarî ev tişt anî ziman;

Beriya her tiştî ev hewldana PDK û qaymeqamê wê bêrêziyekî mezin li hemberî Bavê Şêx, Meclîsa Ruhanî û tevahî civaka me ye. Wekî Kordînasyona Civaka Demokratîk a Êzîdiya em ji Bavê Şêx dixwazin ku wekî Bavê Şêx ê tevahî Êzîdiyan tev bigere û ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên civaka me rolek erênî bilîze.

Koordînasyona Civaka Êzîdî di dawiya daxuyaniya xwed bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê û hemû hêzên demokratîk, rêxistinên jin, saziyên mafên mirovankir ku li dijî êrîşên ser îredeya Şengalê, bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin.

Leave a Reply

Back to top button