2 teqîn, li cihên cuda yên Efrînê pêk hatin

Li bajarê Efrîna dagirkirî 2 teqîn çêbûn, yek li navenda bajêr li ser rêya Reco û ya din jî li ser rêya Efrîn- Ezaz pêk hat. 

Li gorî agahiyan, teqînek li navenda bajarê Efrînê li ser rêya Raco li nêzî qaşo benda kontrolê ya “Polîsên leşkerî” ya artêşa Tirk a dagirker pêk hat.

Her wiha hat ragihandin ku motoreke bombebarkirî, benda kontrolê ya çeteyan a li ser rêya Efrîn-Ezaz kir armanc.

Der barê encamên teqînan de, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Back to top button