Bi armanca parastina xelkê Reqayê ji noqbûnê, li ber çemê Firatê li Reqa û gundewarên wê navendeke rizgariyê ya gerok hate avakirin.
Bi hatina havîn û bilindbûna pileyên germahiyê re piranî xelkê Reqayê tevî malbatên xwe berê xwe didin çemê Firatê da ku avjeniyê bikin û li ber çem rûnên.
Bi armanca parastina welatiyan ji noqbûnê, Tîma Destwerdana Lezgîn a Meclisa Sivîl a Reqayê navendeke rizgariyê ya gerok li ber çemê Firatê ava kir.
Xebata navendê ji saet yekê piştî nîvro heta 8’ê êvarê ye.
Di navendê de 2 noqîvan, erebeyeke ambulancê, hemşîre hene.
Der barê mijarê de berpirsê tîma noqîvanan a Reqayê Mehmûd Ebdo axifî:
Ji xebatên vê tîmê, dîmenê hîmên pira Reşîd bikişîne û çavdêriyê li derdora çemê bike da ku tu kes noq nebin.”
Mahmûd bang li xekê Reqayê kir ku dema diçin ber çemê Firatê hay xwe û zarokên xwe hebin.
Divê xelkê û ciwan hişyar bin û di kûrahiya çemê de avejeniyê nekin.