Dema derbaskirina alîkariyan bo Sûriyê nehat dirêjkirin

Dîsa li Meclisa Ewlekariyê ya Navdewletî mijara derbaskirina alîkariyê bo Sûriyê di dergehê Bab EL-Hewa yê di bin dagirkeriya Tirk de, dikeve dengdanê.
Lê belê ji ber Vetoya Rûsyayê, naghêje serî û dema derbaskirina alîkariyan heta niha nehatiye dirêjkirin.

Duh li Meclisa Ewlekariyê ya Navdewletî, Brazîl û Swîsre pêşniyar kir ku dema derbaskirina alîkariyan bo Sûriyê heta 9 mehan were dirêjkirin.

Lê belê Rûsyayê mafê xwe yê Vetoyê bi kar anî û daxwaz kir ku tenê 6 meh bin.

Ev daxwaz jî nehat pejirandin û Çînê jî dengê xwe bi kar neanî.

Li gor vê yekê, alîkarî tenê di dergehê Bab El-Hewa yê li jêr dagirkeriya Tirk dê derbas bibe, lê belê bêtirî 15 kampên li herêmên Rêveberiya Xweser bê par dimînin.

Back to top button