Li Hindistanê ji ber germahiyê 25 kes mirin

Li Hindistanê germahiya 122 salin ne hatî dîtin heye. Ji ber germahiyê rêveberiya welat hişyarî da. Piştî germahiya li eyaleta Maharashtra gihişt 46 pileyî, 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Hindistanê germahiya hewayê dewam dike.

Li welêt termometre 46 pile nîşan da, 25 kes ji ber germê mirin.

Rayedarên tenduristiyê yê Maharashtra ragihand ku li welêt germahî di asta herî bilind a 100 salên dawî de ye û 25 kes mirine.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî got,

“Li welêt germahiya hewayê ji ya normal zûtir û zûtir zêde dibe.

Rêveberiya Meteorolojiyê ya Hindistanê ragihandin ku wê germahiya li herêmên bakurrojava û navendî yên welêt kêm nebe.

Bi hezaran şêniyên Karaçî ji ber german berê xwe dan peravên deryayê

Li Pakistanê jî germahiya hevînê zû despê kir.

Bi hezaran şêniyên herêmê doh li Karaçî, ji bo ku xwe hênik bikin berê xwe dan peravên çem.

Back to top button