Pentagon: Ti plana DYA careke din leşkera bişêne Efxanistanê tineye

Piştî 20 salan êdî DYA ji şerê xwe yê herî dirêj vedikişe. Wezareta Parastinê ya DYA ragihand ku piştî vekişîna leşkerên wan ji welat ti plana wan ya careke din leşkerên xwe bişînin Efxanistanê tineye.

Vekişîna leşkerên DYA ji Efxanistanê di rojeva rojnamevan de bû û pirsên xwe jî ji Berdevkê Wezareta Parastinê (Pentagon) ê John Kirby kirin.

John Kirby li ser pirsa ger piştî vekişîna leşkerên Amerîka rewşa li Efxanistanê aloz bû wê careke din leşker bên şandin yan na? ev bersiv da.

Li ser têkoşîna li dijî terorê piştî vekişînê ti hevdîtinek me li gel hikumeta Kabûlê pêknehatiye.

Em ê bi qasî pêwist tecrûbeya şerekî li dijî terorê bê kirin bihêlin.

Kirby teqez kir ku ti planek wan ya careke din leşkeran bişînin Efxanistanê tineye.

“Li cihanê hêzek me ya zêde ku li dijî terorê şer bike heye.

Her wiha li cîhanê cihekê ku em bixwazîn êrîşê wê bikin û nekîn tineye.

Serokê DYA Joe Biden gotina dawî ya vekişîna leşkerên welat ji Efxanistanê ragihandibû.

Biden anîbû ziman ku wê leşkerên wan ji 1’ê Gulanê dest bi vekişînê bike û heta 11’ê Îlonê tevahî leşker li welat bin.

Back to top button