Partiya Yekîtiya Suryan bersiva daxuyaniya Beşar Esed da û ew bi parçekirina civaka Sûrî û derixstin fitnayê pênase kir.
Partiya Yekîtiya Suryan, axaftina serokê hikumeta Şamê Beşar Esed a têkildarî gelê Suryan û Asûriyên li Sûriyê, şermezar kir.
Partiyê da xuyakirin ku xîtaba Esed nakeve xizmeta Sûriyê û bi vê siyasetê dixwaze civaka Sûriyê parçe bike û fitneyan derxîne û her wiha heqaret li gelê Suryan, Asûr û gelên din ên Sûriya kiriye.
Partiya Yekîtiya Suryan bang li gelê Suryan, Asûr û tevahiya saziyên xwe kir ku maf, nasname û hebûna xwe ya li ser xakê biparêzin.
Berî çend rojan, Beşar Esed li pêşiya nûnerên Wezareta Ewqafan a Sûriyê şaristaniya hemû pêkhateyan mandel kiribû û gotibû:
“Bila ti kes behsa şaristaniyan ji min re neke, ti şaristanî ji bilî ya Ereban li Sûriyê tune ye.”