Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li Mûşê 5 kes hatin girtin û li Şirnexê jî 2 kes hatin binçavkirin.
Polîsên dewleta Tirk vê sibehê, li navçeya Cizîr a Şirnexê, bi ser gelek malan de girt.
Di encama sergirtinan de, Emîn Kalkan û Agît Kalkan hatin binçavkirirn.
Herdu kesên ku hatin girtin, birin gerînendeya Emniyetê ya Cizîrê û sedema binçavkirina wan heta niha, nehatiye diyarkirin.
Ji 9 kesên ku 8’ê mehê de li navçeya Kopê ya Mûşê hatibûn binçavkirin ji wan 5 kes îro bi hinceta endamê rêxistinêne hatin girtin.