Salvegera 11’an a damezirandina Ronahî TV

11 salên tijî xebat li pey xwe dihêle û bi xurtî û bi biryardarî ji bo ronîkirina rastiyan, derbasî sala 12’an dibe..

Dengê şoreşa Rojavayê Kurdistanê “Ronahî TV”..

Bi zehemetî û derfetên kêm destpê kir, îro jî çavkaniya nûçe û bûyerên li herêmê ye…

Hemû pêvajoyên ku herêm tê re derbas bûn, Ronahî kêlî bi kêlî belge kir û şopand…

Bi saya xebatên Ronahî Tv, cîhan ji destkeftî, serkeftin û zehmetiyên li bakur û rojhilatê Sûriyê agahdar dibe..

Xebatkarên Ronahî Tv tevî hemû êriş û astengiyan gav şûnve navêtin û hemû astengî derbas kirin.

Ked û rola kedkar û xebarkarên Ronahî TV di nava şoreşê de yek ji nimûneyên ber bi çav e..

Bi kamîre û nûçeyên xwe, Ronahî TV berxwedana gelê li herêmê û li aliyê din jî hovîtiya dagirker û komên çete radighand.

Lema xebatkarên Ronahî TV gelek caran bûne armanca êrişên komên çete û dewleta Tirk..

Ronahî Tv rastî êrişên qaşo saziyên ragihandinê yên cihanî ne jî hat û bi girtina malperên televizyonê xwestin bondora wê kêm bikin.

Di vî warî de, helwesta platformên dîjîtal ên mîna twitter, Youtube û Facbook nîşaneya vê yekê ne.

Lê tevî êriş û hewldanên astengkirinê jî Ronahî TV her bi biryar bû ku bibe deng û çavê herêmê.

Li gel ragihandina nûçeyên ji eniyên şer û berxwedanê, Ronahî TV ti carî pirsgirêkên civakê paş guh nekirin.

Li gel guhdarî kir, gilî û gazincên wan gihand aliyên pêwendîdar da ku pirsgirêkan re riya çareseriyê bê dîtin.

Lewma ew bû hêviya gelê Rojava.

Tevahiya 11 salên derbasbûyî, di berdêla ragihandina rastî û heqîqetê de, li ser erdê û rêya şopandina heqîqetê, nûçegihanên Ronahî her di nava bûyerên zindî de bûn.

Û di vê oxira wê de şehîd bûn.

Li eniya şer a Minbicê Nûçegihanê Ronahî Tv Şehîd Mistefa Mihemed yek kêliyê xwe neda paş û ji bo ragihandina berxwedanê şehîd bû…

Bê goman ev yek ne tenê taybetmendiya xebatkarên Ronahî TV ye.

Hema bêjin hemû dezgehên ragihandina azad li Rojava li ser vê şopê ne..

Tenê ji bo rasita şoreşê Rojava bi cîhanê re parve bikin, heta niha gelek nûçegihan û xebatkarên ragihandina Azad şehîd bûne.

Rizgar, Dilîşan, Mazlum, Xerîb, Heqî, Rêwan, Fîraz, Dilovan û gelek hevrêyên wan.

Herî dawî jî nûçegihanê ANHA Îsam Ebdulah dema êrişên li ser Dêrikê dişopand, bi balafirên dewleta Tirk şehîd bû..

Back to top button