Jinên Dêrazorê têkîldarî tecrîd û nameyên gefxwarinê nêrînên xwe anîn ziman. Diyarkirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin û bersiva li hember gefên li dijî Rêbertî deh qatî be.
Piştî agahiyên derbarê Rêber Apo de ku dewleta Tirk a dagirker gefên kuştinê xwaribû, li Kurdistan û derveyî welat bi çalakiyên cur bi cur tên şermezarkirin.
Li ser mijarê hevseroka Meclisa Sivîl a Dêraorê Şehnaz El Hefel diyar kir ku daxuyaniyên şermezarkirinê ji bo bidawîkirina sûcên li dijî Rêber Apo têrî nakin û got:
“Ji erka me ye em di çarçoveya bûyerê de bin û bersiva me li hember gefên li dijî Rêbertî deh qatî be.”
Endama rêveber a Nivîsgeha Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Îman El Mihêmîd jî wiha got:
“Bi gefên kuştina li dijî Rêbertî ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve ew hewl dide vîna gelên banga azadî û demokrasiyê dikin biçewisîne.
Ew rêbaz dikevin çarçoveya siyasetên bêserûber ên derexlaqî.”
El mihêmîd destnîşan kir ku wek jinên Dêrazorê ew ê bi têkoşînê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.