Çalakvanên navçeya Ranyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bang li Gelê Kurd kirin ku yekitiya xwe ava bikin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.
Di derbarê mijarê de çalakvanên navçeya Ranya yê axivîn.
Çalakvan Hisên Eleyî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk durî pîvanên mirovahiyê ye.
Hisên ji bo pêşî girtina li êrîşan banga yekitiyê kir û got:”Gelê Kurd dikare bi yekitiyê dawî li êrişan bîne.”
Hisên di dawiyê de bang li hikumeta başûr kir ku li dijî êrişan xwedî helwestek cidî be .
Çalakvanê bi navê Şoreş Xefur jî destnîşan kir ku hedefgirtina welatiyên sivîl, destdirêjiya ser jiyan û aramiya wan, binpêkirina yasayên navnetewî û mirovahî ye.
Şoreş Bêdengiya Hikumeta Başûr rexnekir û wiha anî ziman “Bi dehên cara balafirên Tirkiyeyê welatiyên sivîl kir hedef, lê heya niha Hikumeta Başûr bi daxuyaniyekê jî êrişan şermezar nekiriye.
Pêwîste hikumeta başûr li dijî êriş û şehîdxistina zarokên Kurd, bêdeng nemîne.”


