14’êTîrmeh ê xeta têkoşînê a PKK’ê îfade dike

Komîteyên Zindanê yên PKK-PAJK’ê daxuyaniyek weşandin û berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Komîteyên Zindanê yên PKK-PAJK’ê şehîdên 14’ê Tîrmehê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera 41’emîn de bi daxuyaniyekê bi bîranîn û got:

” Li dijî faşîzmê berxwedana Rojiya Mirinê bû çavkaniya bingehîn a berxwedanê.

Ev rihê berxwedanê îro li çiya di nav gerîla de di zînand de li hember êşkence û zextan didome.

Di nav gel de jî li hemberî êrişên faşîzane weke roja destpêkê didome.”

Komîteyên Zindanê yên PKK-PAJK’ê 14’ê Tîrmehê wek roja Rûmetê ya netewî ragihand û got.

“Di ruhê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de cih ji bêhêvî û bêderfetiyê re nîne.

Ji bo armanc û hêviyên xwe ew xwe feda dikin, berê xwe didin serkeftinê.

Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê bersiva li pirsa şêweyê jiyana bi rûmet e.

Helandina hucre bi hucre ya hezkiriyê jiyanêne ku di oxira wê de dikarin bimirin.

Bilindahiya jiyan bi hesta ‘deyîndarê gelê xwe’ ye.

Ji ber vê yekê 14’ê Tîrmehê ji aliyê gelê me ve weke ‘Roja rûmetê ya neteweyî’ hate ragihandin û biwatekirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de Komîteyên Zindanê yên PKK-PAJK’ê diyar kir ku ewê bi rihê 14’ê Tîrmehê faşîzmê têkbibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.

Back to top button