Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera 14’ê Tîrmehê roja rûmetê ya netewî gotarek nivîsî, balkişand li ser berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û got:
“Em jî weke hevrêyên wan ên li derve divê li ber her cûre zehmetiyan rabin û têkoşîna xwe bimeşînin, pêwîst bike divê em canê xwe bidin. “
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera 41’emîn ya Roja rûmetê ya netewî gotarek nivîsî.
Mûrat Karayilan berxwedêrên pêşeng ên Roja rûmetê ya netewî M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bibîr anî û ev tişt anî ziman:
“Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê şênberbûna sekna îdeolojîk-felsefî ya Rêber Apo ye.
Ji ber civaka Kurdistanê bi polîtîka û kiryarên qirkirinê ji her alî ve hatibû têkbirin û êşên mirinê dikişand.
Di rewşeke wiha de pêwîstî pêşengiyek hebû ku civak ji nû ve raber ser piyan û berê xwe bide berxwedanê.
Rêber Apo ev yek tespît kir, di kesayeta xwe de pêk anî, ev ruh û kûrbûnê da komê, kadroyên bingehîn ava kir.”
Mûrat Karayilan: Çavkaniya bingehîn a hêzê berxwedana zindanê bû
“Berxwedana Zindana Amedê ku bi Mazlûman dest pê kir, bi Ferhatan bilind bû û bi berxwedana 14’ê Tîrmehê gihîşt asta herî bilind, bû çavkaniya bingehîn a hêzê.”
Bi vê bibîrxistinê Karayilan di gotarê xwe de wiha nirxand:
“Qîrîna Berxwedana Zindana Amedê çavkaniya herî mezin a serkeftina tevgera me ye.
Wan hevrêyan di nava şert û mercên herî giran de bi vî rengî bi rojiya mirinê xwe feda kirin.
Em jî weke hevrêyên wan ên li derve divê li ber her cûre zehmetiyan rabin û têkoşîna xwe bimeşînin, pêwîst bike divê em canê xwe bidin. ”
Mûrat Karayilan: Berxwedana Zapê asta bilindbûna ruhê 14’ê Tîrmehê ye
Mûrat Karayilan bal kişand li ser berxwedaniya Zapê diyar kir ku ev berxwedan asta bilindbûna rûhê 14’ê Tîrmehê ye û got:
“Asta gerîla ya vê serdemê dikare weke asta herî bilind a ruhê 14’ê Tîrmehê bê pênasekirin.
Ev sekna ruhî di şexsê hevrê Bêrîtan, Zîlan û gelek milîtanên din veguherî rêbaz-taktîkê.
Bêguman ev ruh îro li Zap, heman ruh li eyaletên Bakurê Kurdistanê hemûyan heye.”