KCK: Çalakiya 14’Tîrmehê xeta berxwedanê ya PKK’ê îfade dike

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: “Çalakiya 14’ê Tîrmehê ya Mezin tarzê têkoşîn û xeta berxwedanê ya PKK’ê îfade dike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesileya salvegera Berxwedana Roja rumetê ya neteweyî a 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

KCK’ê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bibîranî û Roja Rûmeta Neteweyî pîroz kir û wiha got:

“Em wê rojê di serî de Rêber Apo yê ku li Îmraliyê li ber xwe dide berxwedêrên li zindanan; gerîlayên azadiyê ku bi vê ruhê şerdikin, welatparêz û dostên kurdan silav dikin”

“14 TÎRMEHÊ ÇALAKIYA HERÎ BI RÛMET Û WATEDAR A PARASTINA NIRXEN MIROVAHIYÊ YE”

KCK’ê dazanîn ku berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li dijî faşîzmê helwesta herî rast nîşanê gelê kurd û Tevgera Azadiyê da û ev nirxandin kir.

“Em ketine salvegera 41’emîn a Berxwedana 14’ê Tîrmehê.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê di bin zilm, hovîtî û êşkenceya giran de jî çalakiya herî bi rûmet û watedar a ji bo parastina nirx, rûmeta gelekî û mirovahî ye.

Berxwedêrên 14’ê tîrmehê li dijî faşîzmê helwesta rast nîşanê gelê kurd û tevgera azadiy da. mirovayetiyê û mirovbûnê ye.

Ev berxwedan ji bo gelê Kurdistanê, ji bo tevgera sosyalîst a demokratîk a cîhanê û mirovahiyê jî xwedî nirxekî mezin e.”

Hevserokatiya KCK’ê dazanîn ku Rêber Apo Berxwedana 14’ê Tîrmehê weke çalakiya Roja Rûmetê ya Netewî aniye ziman û got:

“Çalakiya 14’ê Tîrmehê û ruhê wê, ruhê şoreşa PKK’ê û Kurdistanê û tarzê têkoşînê ye.

Şerê azadiyê ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dimeşîne, li ser xeta 14’ê Tîrmehê pêş ketiye.”

KCK’ê anî ziman ku li dijî faşîzma dagirkeriya Tirkiyê weke Tevger û gel ew di nava berxwedan û têkoşîneke bê hempa de ne û li dijî tecrîdê ev bang kir:

Ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê û êrîşkariya wê, divê em têkoşînê hîn geştir bikin.

Ev jî bêguman bi esasgirtina ruh û tarzê 14’ê Tîrmehê pêkan e.

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê het tiştên xwe feda kirin û gotin ew deyndarê gelê Kurdistanê ne

Divê her mirovekî Kurd, welatparêz û şoreşger xwediyên van gotinan û pratîka wan zêdetir fêm bike û hewl bide ku layiqî wan be.

Li ser vî bingehî em bang li her kesî dikin ku xeta 14’ê Tîrmehê baştir fêm bikin, li ser xeta 14’ê Tîrmehê hîn zêdetir lêhûrbûnê bikin û têkoşînê mezin bikin.

Mûrat Karayilan: Berxwedana 14’ê Tîrmehê şênberbûna sekna îdeolojîk-felsefî ya Rêber Apo ye

Back to top button