Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, avahiya xêrxwazî ya Ermenên Katolîk, hat vekirin.
Di merasîma vekirinê de, keşe û serkêşên Ermenên Katolîk ên li Helebê û malbatên Ermen ên li bajêr, beşdar bûn.
Betiryark Rofayêl Bedros ê 21’yekemîn axivî û got:
“Em hêvî dikin ev roj bibe destpêka rojên bextewer û aştiyan e, xwedê her kesî pîroz bike.
Hevseroka Komîteya Têkiliyan a PYD’e Ayşe Hiso jî bixêrhatina Betiryark Rofayêl Bedros û hemû beşdaran kir û got:
“Em bixêrhatina we li vê taxa ku bi qehremanî li ber xwe da dikin, vê taxê hemû pêkhate himbêz kirin û bû tabloya biratiya gelan, nexasim biratiya dîrokî ya kurd û ermenan.
Taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd, di navbera salên 2013-2016’an de rastî êrîşên domdar ên çeteyên dewleta Tirk hatin, di encamê de, di nav de dêrên Ermen û Xiristyanan, bi sedan avahî li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûd hilweşiyan.