Komîteya Parastina Rojnamevanan: Divê hesab ji sûcdaran bê pirsîn

Komîteya Parastina Rojnamevanan û PENa Kurd êrişa li dijî ekîba JIN TV şermezar kirin.
Bang li hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî hat kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin û êrişan bi dawî bikin.

Derbarê êrişa dijî erebeya jin Tv, Koordînatorê Bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Komîteya Parastina Rojanemavanan Şerîf Mesûr got:

Divê desthilata Tirk bilez têkildarî vê êrişê, lêpirsînekê çêke. Berpirsên wê eşkere bike û hesab ji sûcdaran bipirse.

Komîteyê, êmêlek şandibû nivîsgeha serokkomarê Tirkiyê lê heta niha bersiv tune ye.​​​​​​

PENa Kurd êrişa li ser Rojava û Rojnamegeran şermezar kir

Komîteya Birêvebir a Giştî ya Navenda PENa Kurd jî têkildarî êrişên li ser rojnamevanan got:

”Li cîhanê ragihandin xwedî girîngiyeke taybet e, rol û mîsyona ragihandina heqîqetê, mijareke jêne-ger e.

Ji ber ragihandina rastiyê ya ji bo civakê, di heman demê de mijareke exlaqî ye.

Bi vê hişmendiyê karkirina di çapemeniyê de, bi xwe jî rêbazeke têkoşîna li dijî pergalên serdest û yekperest e.

Lewma jî, rojnamegerên xwediyê vê hişmendiyê her tim ji aliyê dijminên heqîqetê ve, dibin armanc.

Navenda PENa Kurd da zanîn ku bi salan e rojnamegerên Kurd, nûnerên çapemeniya azad û bêalî li dijî pergala yek-perest li 4 aliyên Kurdistanê li ber xwe didin.

“Dewleta Tirk li pêşberî tevahî cîhanê hiqûqa navneteweyî binpê dike”

Navendê diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên bi vî rengî, li 4 aliyên Kurdistanê li pêşberî tevahiya cîhanê hiqûqa navneteweyî binpê dike û wiha got:

“Ji bo ku destkeftî û berxwedana Kurdan neyê nasîn û derxistin, dewleta Tikriyê êrişî dike, mafên mirovan tune dihesibîne û zagonên navneteweyî binpê dike.

Li Rojavayê Kurdistanê, li hemberî Kurdên ku rûmeta mirovahiyê parastine, piştgiriyê dide DAIŞ’ê.

Asîmîlasyona ku li Bakur disepîne bi heman rêbazan, hewl dide li Rojava jî bisepîne, bi awayekî giştî polîtîkayên qirkirina Kurdan li her derê didomîne.

Navenda PENa Kurd ban li rêxistinên mafên mirovan kir ku dengê xwe bilind bikin û zextê li Tirkiyê bikin da ku dev ji êrîşan berde.

Back to top button