Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Ednan Hisên re xwest.
Şervanê Erka Xweparastinê Ednan Hisên dema li ser erka xwe bû, 23’ê Tebaxê şehîd bibû.
Ji bo sersaxiyê bi sedan şêniyên Hesekê herikîn bin konê sersaxiyê.
Di merasîmê de, Endama Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Hewas axivî û got:
Şehîd Ednan bi vîn û israreke xurt li hember dijminan sekinî heta gihaşt asta şehadetê.
Emê heta dawiyê şopdarên xeta şehîdan bin û destkeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin.
Bi navê Meclisa Leşkerî ya Hesekê jî Hemîd Hesen sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina riya şehîdan da.



