Talîban: Avahiya şaneyeke DAIŞ-Xoresan hate hilweşandin

Piştî teqînên di nava 2 rojên dawî yên li Efxanistanê, li herêmê careke din şer derket.
Talîban ya ku rêveberiya dewleta Efxanistanê xistiye destê xwe ragihand ku, wan li dijî şaneyek DAIŞ-Xuresanê êrişek pêk aniye.
Di encamê de şane bi tevahîhatiye tinekirin.

Doh li ber Mizgefta Eidgah ya li paytext Kabulê teqînek pêk hatibû.

Di encamê de, 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Piştî vê, di saetên şevê de li herêma Hayirhan a dikeve bakurê Kabulê, navbera çekdarên Talîban û DAIŞ-X şer rûda.

Berdevkê Talîbanê û Cîgirê Wezîrê Çandê yê rêveberiya Talîbanê Zabihullah Mucahîd di daxuyaniya xwe de got,

Di encama şerê li herêmê de, jimarek çeteyên DIAŞ-X hatine kuştin û avahiyên wan hatine rûxandin.

Talîbanê derbarê operasyon an êrîşa Mizgefta Eidgahê ya roja berê de agahî neda.

Piştî ku Talîbanê Efxanistan kontirol kir, şaxê DAIŞ a Efxanistanê ku weke DAIŞ-X tê naskirin êrişên xwe zêde kir.

DAIŞ-X êrişa xwe ya herî bixwîn dema vekişîna hêzên Amerîka ji Efxanistanê li Balafirgeha Navnetewî ya Kabulê pêk anîbû.

Di encama êrişa 27’ê Tebaxê de, 13 jê leşkerên DYA 170 kes hatibûn kuştin.

Di êrişa DAIŞ-X a bombeyî ku li herêma Celalabadê pêk anî de jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Back to top button