Însiyatîfa Nûn: Pergalên serdest ji ramanê azad ditirsin

Berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan diyar kir ku dewleta Tirk bi kiryarên xwe yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan madeyên 7 û 10’an ên Peymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Navneteweyî binpê dike û ev binpêkirin wek “lûtkeya têkçûna siyasî” pênase kir.

Berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan Sewsen Şoman têkildarî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û gefên qetilkirina Rêber Abdullah Ocalan axivî.

Sewsen anî ziman ku ev hikumeta li ser esasê bêdengkirin, şikandina pênûsa muxalefetê û biryarên yekalî ava bûye û got:

“Hikumeta Tirk jî ramanê Rêber Abdullah Ocalan wekî rîskekê li ser pergalên xwedî zîhniyeta totalîter dibîne, ji ber vê yekê van kirinan li dijî wî pêk tên.”

Sewsen binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ji ragirtina wî heta gefên qetilkirinê bi lûtkeya têkçûna siyasî wesif kir.

Back to top button