Li Holandayê êrîşî lîderê rastgir Thierry Baudet hat kirin

Li Holandayê lîderê Partiya Forum a ji bo Demokrasiyê Thierry Baudet dema li bajarê Groningenê kampanyaya hilbijartinê dikir li dijî wî êrîş pêk hat.

Partiya Forum a ji bo Demokrasiyê ragihand ku Thierry Baudet ê 40 salî sivik birîndar bûye û ji bo tedawiyê birine nexweşaneyeke li Groningenê. Her wiha êrîşkar jî hatiye bêbandorkirin.

Piştî êrîşê partiyê Baudet li ser malpera medya civakî derbarê wî de agahî parve kir û got:

“Ji ber tenduristî û ewlehiya Thierry Baudetê em neçar man faaliyetên Zwolle betal bikin.”

Serokwezirê berê Mark Rutte ku di hilbijartinên giştî yê 22’yê Mijdarê were lidarxistin nebûye namzet, derbarê êrîşên li ser Baudet şermezar kir.

Her wiha lîderê rastgir Baudet meha borî jî bajarê Gent ê Belçîkayê jî rastî êrîşek hatibû.

Siyasetmedarekî din a Holandî Pim Fortuyn, hilbijartinên giştî ya sala 2002 ji aliyê aktîvistekî mafên lawiran ve rastî êrîşê hatibû, di encama vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button