
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di çarçoveya tûra Balkanê de serdana Bosna-Hersek û Kosovayê kir.
Armanc ji wan serdanan NATO dixwaze hebûna xwe li Balkanan mayînde bike û hejmarê xwe yê leşkerî zêde bike.
Ev yek jî weke pêşî li gef û destwerdanên Rûsyayê li heremê bê girtin tê kirin.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di çarçoveya tûra Balkanê de serdana Bosna-Hersek û Kosovayê kir.
Jens Stoltenberg paytexta Kosovayê Priştineyê daxuyaniyek da û wiha got:
“Ji bo li Kosova an jî heremekê berfireh şerekî dijwar rû nede û di bin kontrolê dernekeve li heremê hebûna xwe yê mayînde di aliyê leşkerî de nîqaş dikin.”
Di meha Îlonê de li Kosovayê di navbera polîsan û hêzên Sirbî de pevçûnek rû dabû. Ji bo destwerdanê NATO’yê bang li Îngilîstan û Romanyayê kiribû da ku hêzeke zêde bişînin.
Li heremê sala 1999’an wir ve bi navê KFOR(Kosovo Force) ji 27 welatan 4 hezar û 500 zêdetir leşker hene.
Stoltenberg beriya Kosovayê serdana paytexta Bosna-Hersekê Saraybosnayê kiribû.
Li wir bi Serokê Konseya Balkanan a Bosnayê Borjana Kristo û Nûnerê Bilind ê Bosna Hersekê Christian Schmidt ve hevdîtinê pêk anî.
Stoltenberg: Rûsya bi kirinên xwe gef li aramiya heremê dixwe
Stoltenberg piştî hevdîtinan daxuyaniyê da û destnîşan kir ku kirinên Rûsyayê gef li aramiya welatên Balkanê dixwe.
Her wiha Stoltenberg metirsiyên xwe li ser heremê anî ziman û got:
“Rûsya jî di nav de destwerdanên derve yên mebestên xerab metirsîdar in.
Ev yek gef li lewazkirina aramiya welatê dike û reforman asteng dike.”
Rûsya li Balkanan bi gelên Slav re xwedî girêdana çandî, dîrokî û olî ye.
Lîderê Sirbî Milorad Dodik ku yek ji hevalbendên nêz a Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin e, timî serdana Moskowê dike.
Jens Stoltenberg piştî hevdîtina bi Schmidt re anî ziman ku êrîşeke ku pozîsyonê we lewaz bike, ev yek Bosna-Hersekê bi pêş ve nabe berovajî bi paş ve bibe. Her wiha bilêv kir ku wê nehelin li Bosna-Hersekê valahiya ewlehiyê derkeve.
Piştî hevdîtina bi Serokê Konseya Balkanan a Bosnayê Borjana Kristo jî Stoltenberg teqez kir ku li ser riya Ewropa-Atlantikê NATO bi biryare ku piştgiriyê bide Bosnayê.
Tê payîn Stoltenberg di çarçoveya tûra Balkanê de wê serdana Sirbistan û bakurê Makedonyayê bike.