Însiyatîfa Niştimanî ya Kurdên Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê şermezar kir.
Însiyatîfa Niştimanî ya Kurdên Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên dawî yên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re, xwest.
Di daxuyaniya wiha ye: “Em êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê û derdora wê şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin.
Armanc ji van êrişan tirsandina şênî û ewlehî û aramiya herêmê têk bibin û careke din DAIŞ`ê zindî bikin.
Mayîna vê hejmara mezin a komên çeteyên DAIŞ`ê li navendên girtîgehan, gefan li sivîlan dixwe û bombeya li ber teqînê ye.
Em bang li civata navneteweyî, NY dikin ku zêxtê li welatan bikin, da ku hemwelatiyên xwe yên di nav DAIŞ`ê de werbigirin û wan li ser xaka xwe darizînin.