Dadgeha Navnetewî: Ti belgeyên kuştina Herîrî ji aliyê Sûrî û Hizbullahê ve nîne

Mehkemeya navnetewî ya Libnanê ya girêdayî NY a li Holanda, têkildarî doza serokwezîrê Libnanê Refîq Herîrî biryar da.

Di biryara mehkemê de hate ragihandin ku ti belgeyên têrker di destê wan de nîne ku bêjin, Sûrî yan jî Hizbullah Herîrî kuştine. Bivî awayî careke din jî piştperdeya kuştina Herîrî ronî nebû.

Refîq Herîrî piştî şerê dur û dirêj yê navbera 1975 û 1990’an weke xelasker û jinûve avakerê Libnanê dihate nîşandan.

Piştî şerê navxweyî, 5 caran di hilbijartinê de weke serokwezîr hate hilbijartin.

Beriya 15 salan di 14 Sibatê 2005’an li paytexta Libnan Beyrûtê li dijî Refîq Herîrî ku serokwezîrê wê demê yê Libnanê bû, êrîşek pêk hat.

Di vê êrîşê de, tevî Herîrî 22’an jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî vê yekê li nava welat aloziyên heyî kurtir bûn.

Lê heta roja îro piştperdeya êrîşa li dijî Herîrî nehatiye ronîkirin.

Herî dawî îro careke din li ser ronîkirina piştperdeya êrîşa li dijî Herîrî Dadgehek pêk hat.

Mehkemeya navnetewî ya Libnanê ya girêdayî NY a li Holanda li ser dozê metnek ji 2600 rûpela amade kir.

Dozger David Re di derbarê 4 endamên Hizbullah yên tên dadgehkirin de biryar xwend û wiha got:

Doza çemberê, Sûriye û Hizbillah ji bo ji dervehiştina Herîrî û mixalîfan hincetên wan hene.

Lê ti delîl tune ye ku Herîrî ji aliyê Sûriye û Hizbillahê ve hatiye kuştin.

Dozger Micheline Braidy ku biryara metnê xwendî jî got:

Tenê belge tişta herî girîng tê nîşandan, telefona Ayyaş tê dîtin.

Dozgera têkildarî Ayyaş ê ku bi pêkanîna êrîşên terorî tê nîşandann jî ti biryar nedan.

Hate gotin, ji bo hersê kesên din yên ku weke hevkarê êrîşkar hatine destnîşankirin jî ti belge nehatine bidestxistin.

7’ê Tebaxê ku dihat plankirin mehkeme pêk were, lê ji ber teqîna 4’ê Tebaxê ya li bendergeha Beyrûtê ku herî kêm 200 kesî jiyana xwe ji dest dayî û nêzî 6 hezaran birîndar bûyî, ji bo îro hatibû talûqkirin.

Back to top button