Hevserokê giştî yên KCD Û DBP’ê, di çaroveya “Bernameya Têkoşîna Demokrasiyê” de serdana rêveberiya DÎSK’ê û Rojnameya Agosê kirin.
Hevserokan di serdana xwe ya bi Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DÎSK’ê re bi bîr xist ku desthilata AKP’ê her ku çûye zextên xwe zêde kiriye û got: Ji bo demokratkirina pergalê divê têkoşîna kedê û siyasî bibe yek.
Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, serdanên xwe yên Stenbolê yên ji bo piştgiriya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a HDP’ê didomînin.
Şandeyê îro destpêkê, serdana Kofedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) kir.
GUVEN: Ji bo demokrasiyê divê têkoşîna siyaset û kedê bibe yek
Di serdanê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî û diyar kir ku her çiqas bi awayekî fîzîkî ne li cem hevbin jî têkoşîna wan ber bi heman cihê ve diherike û wiha got:
“Armanca van têkoşînan Tirkiyeke demokratîk û Kurdistana azad ku kurd karibin xwe têde azad bînin ziman e. Ji bo demokratkirina pergalê divê têkoşîna kedê û siyasî bibe yek.”
Çerkezoglû: Divê têkoşîna demokrasiyê bê mezinkirin
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû jî diyar kir ku armanca wan yekbûna têkoşîna kedê û têkoşîna demokrasiyê ye.
Çerkezoglu jî demokrasî weke nanê karkeran binavkir û wiha got:
Di pêvajoya pandemiyê de jî derket holê ku desthilat karkeran naparêze.
Em hemû ji zextên desthilatê bi bandor dibin.
Di vê pêvajoyê de divê têkoşîna demokrasiyê bê mezinkirin.
Piştî Guven û arzu Çerkezolgû Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axivî û destnîşan kir ku bingeha têkoşîna demokratîk ava dikin.
Hevserokên giştî yên KCD û DBP serdana Rojnameya Agosê kirin
Şande paşê derbasî Rojnameya Agosê bû û bi Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvart Danzîkyan re hevdîtinek kir.
Piştî serdana xwe ya li vir şande derbasî avahiya HDP’ê ya Stenbolê bû.
Şande serdanên xwe yên li bajar didomîne.