Tevî hişyarî û nerazîbûnan jî navenda nukleerî Zaporojiya careke bû armanca êrişê.Mîna a beriya niha, Mosko û Kiev dîsa hev tawanbar kirin.
Zaporojiya li ser asta Ewrûpayê mezintirîn navenda nukleerî ye û ji destpêka şerê Ukraynayê ve ket bin kontrola hêzên Rûsyayê.
Beriya demekê li dijî vê navendê êrişa bi moşekan pêk hat.
Herdû aliyê şer, yanî Rûsya û Ukraynayê ji ber êrişê hev tawanbar kirin.
Û doh careke din derdora navenda nukleerî hat topbarankirin.
Serokê Ukraynayê Zelensky ragihand ku artêşa Rûsyayê navenda Zaporojiya veguherandiye baregeha êrişan û ev hişyarî da:
Eger hêzên Rûsya wiha dewam bikin, wê bibin armanca yekîneyên me ên taybet.
Ji aliyê xwe ve rayedarê Rûsya ê li herêmê Vladîmîr Rogov îdîa kir ku 25 topên M-777 howitzer (Em 777 Hawtzer) ên Amerîkî li derdora navenda nûkleerî ketine.
Ajansa Enerjiya Nûkleerî ya Navneteweyî jî alî hişyar kirin ku êriş dikarin rê li ber kareseteke mezin vekin.