Dagirkeran gundên Til Temir û Eyn Îsa topbaran kir

Dewleta tirk a dagirker Çavnebariya wê ya li dijî rojavayê kurdistanê berdewam e.
Duh gelek dever ji aliyê Tirkiyê ve hatin topbaran kirin .
Gundê,Til temir ,Eyn Îsa , Zirgan, Amûdê, Dirbêsiyê, Minbic û Şêrawa topbaran kirin ..
Di êrişa li ser Zirganê de zarokekî 11 salî birînda bû.
Û di encama êrişa li ser gundê Bênê yê Şêrawa de zirarên mezin gihaşt mal û milkên welatiyan.

Artêşa Tirk a dagirker topbarana xwe li ser herêmê berfireh dike:

5 gundên din ên rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

Ew jî gundê Gozeliyê, Til Leben, Um Xêr, Til Tewîl ê Asûran û Selmasa ye .

Navenda navçeya Zirgan jî hat topbaran kirin di encamê de zarokê bi navê Yamin Fêsel hemed ê 11 salî birîdar bû.

5 gundê Girê Sipî jî bûn hedefa êrişan .

Dewleta Tirk gundê Minbic, Amûdê û Dirbêsiyê topbaran kir

Dengê van topan jî ji ser sînorê Dirbêsiyê û Bakurê Kurdistanê ye…

Duh bi şev dagirkeriya Tirk bi çekên giran gundê Çetelê yê Rojavayê Dirbêsiyê topbaran kir.

Hemwextî wê, gelek gundên din ên Rojava bûn armanca topên dagirkeriyê..

Cirinka li Rojavayê Amûdê û 3 top li derdora Akademiya Hêzên Sotoro li gundê Rotan ê Tirbespiyê jî ketin..

Dîmenê Minbicê biherkîne hinekî

Serê vê sibehê jî artêşa Tirk êrişî gundên Minbicê kir..

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Artêşa Tirk gundên Cat û Masî yên bajarê Minbicê topbaran kir.

Zirarên topbarana dagirkeriyê li ser gundê Bênê hat belgekirin

Êrişên dagirkeriya Tirk êdî zirareke mezin li jiyana welatiyan dike û hewl dide ne aramiyê peyda bike.

Vê sibehê derdora gundê Bênê,Soxanekê û Qinêtirê yên navçeya Şêrawa hatin topbarankirin.

Di encamê de zarokê bi navê Ehmed Îmad birîndar bû.

Ev der jî gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî ye..

Weke hûn dibînin, malên welatiyan bi topên xwe xera kirine.

Dagirkeriya Tirk ji serê salê de, 3 hezar û 700 caran êriş û bombebaran li dijî herêmê pêk anîn.

Di encama wan de 69 kes şehîd, 168 kes jî birîndar bûn.

Back to top button