PDK Ji bo şerê navxweyî pêk bîne, li deverên YNK’ê baregeh ava dike

PDK di provakasyon û derxistina şerê navxweyî de israr dike.
PDK’ vê carê jî ji bo dopêçkirina qadên gêrîla li deverên YNK’ê baregehên leşkerî ava dike.

Piştî şerê navxweyî PDK’ê û YNK’ê sinorek di navbera xwe de diyarkirin.

Li gorî lihevkirinê her du gundên Gerewan û Gerwê Spî yên girêdayî bajaroka Rewanduz sinorê herî dawî yê PDK’ê ye.

Lê niha PDK’ê ev sinor derbaskiriye û li Girê Simore û Girê Tuşreke yên dikevin bakur rojhilatê Rewanduzê baregehên leşkerî avadike.

Duh jî PDK’ê hêzek zêde bi çekên giran derbasî gundê Gerewan kir.

Rroja 30-31’ê Cotmehê jî PDK’ê hêzên Zêrevanî û çekdarên bi navê Roj li gel çekên giran derbasî Bêxme, Henare û Xelan ên nêzî Geliyê Elî Beg yê Herêma Garê kir

Gundê Gerewan navçeya Ranya û Rewanduzê biheve girêdide. Bi kontrolkirina vê deverê re dikare çavdêriyê li ser Zozanên Sêwek, Zîn, Bêrêş û Karox ku wek deverên gerîla tên zanîn bike.

Her wiha dikare çûnûhatina navbera Ranya û Rewanduzê bi temamî qût bike.

Back to top button