Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd dest bi kampanya îmzeyan kirin

Li dijî hewldanên derxistina şerê navxweyî siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanî jî ketin nava tevgerê.
Bi sedan kesên di bin organîzasyona Însiyatîfa Ji bo Yekîtiya Netewî ya li derveyî welat xwe bi rêxistin kiriye hatin ba hev, dest bi kampanyaya îmzeyan kirin.

Heta niha li çar parçeyên Kurdistanê 1300 kesî kampanya îmze kiriye.

Sibe saet 13:00’an ji bo ragihandina kampanyayê bi rêya onlînê wê civînek çapemeniyê bê lidarxistin.

Di civîna çapemeniyê ya ku wê siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanî yên li Ewropa, Asya û Emerîkayê dijîn tevlî bibin, ji bo bidawîbûna aloziyên li Başûrê Kurdistanê wê bang bikin.

Tê payîn ku nêzî 40 kes tevlî civîna çapemeniyê bibin. Ji bo civîna çapemeniyê bi taybetî çapemeniya Kurd hatiye vexwendin.

Di banga civîna çapemeniyê de hat gotin: “Fikarên me ji sewqiyata rojên dawî yên ji Hewlêrê ber bi herêma Garê ve hatin kirin hene. Em Kurdistaniyên derveyî welat, daxwaz dikin ku demildest dawî li vî agirê ku wê mala her kesê bişewitîne bînin.”

Back to top button