Hikûmeta Awisturyayê biryara girtina mizgeftên ku ji aliyên tundrewan ve tên birêvebirin, da

Hikûmeta Awisturyayê, biryar da mizgeftên ku ji aliyên tundrewan ve tên birêvebirin werin girtin.

Piştî çend rojan ji êrîşa DAIŞ’iyekî li bajarê Viyanayê ku tê de 5 kes hatin kuştin, biryara girtina mizgeftan ji aliyê hikûmeta Awisturyayê ve derket.

Tê payîn ku hin komeleyên tundrew ku van mizgeftan bi rêve dibin werin jihevxistin.

Hikûmeta Awisturyayê ji bo li dijî êrîşên terorîst û rêxistinên tundrew rabe, hewil dide ku sererastkirinên bingehîn di istixbarata xwe ya hundirîn de pêk bîne.

Serokwezîrê Awisturyayê Sebastian Kurz duh li pêşiya parlemena welêt gotibû ku divê li dijî gef û metirsiyên hundiîrn hikûmet bi awayekî hêztir kar bike.

Li Awisturyayê gelek rêxistinên Islamî yên tundrew hene, mîna tevgera Ixwanî û herdu tevgerên Etîb û Millî Görüş yên Tirk.

Her wiha li Awisturyayê 90 kes hene ku hikûmet wan weke alîgirê DAIŞ’ê dibîne.

Back to top button