Îmarat bi bihayê nêzî 3 milyar dolar wê dronan ji DYA bikire

Piştî pêkanîna danustanidnên asayî di navbera Îmarat û Îsraîlê de, wê Îmarat ji DYA yê 18 dronan nûjen bikire.

Wezareta Derveya Amerîka ji kongrê re ragihand ku ew pilan dikin, bi bihayê 2.9 milyar dolar dronên nûjen bifiroşe Îmaratê.

Daxuyaniyek heman hefteya derbasbûyî jî ji bo balefirên F 35’an hatibû dayîn.

Îmaratê dema daxwaza kirîna balefirên F 35’ê kirî jî Îsraîlê li dijî vê yekê bertek nîşan dabû.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê rêveberiya Trump peymana çekan ya bi 34 welatên di dema şerê sar de wê binirxîne û ji bo firotinê jî wê despêkê dronan bêxe bazarê.

3 Mijdarê jî ji bo Kongrê hatibû ragihandin ku 4 dronên MQ-9B SeaGuardian yên bêçek û ji bo barkina çekan amade ye ku bifiroşin Tayvanê pêşkêş kiribû.

Bihayê van jî 600 milyon dolar bû.

Balefira bêmirov MQ-9B, bi qasî 15 Fit bilind difire û dikare bi qasî 40 saetan li hewayê bimêne.

Di dema oparasyonan de dikare cebilxane û çekan jî rake.

Back to top button