Rûsya û Çînê careke din di civîna Konseya Ewlekariyê ya NY’ê de pêşnûmeya derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê veto kirin.
Di daxuyaniya nûnerên Belçîka û Almanyayê de hate gotin:
“Rûsya û Çînê mijara tam mirovî veto kir. Ji ber vê biryarê em ê bi xurtî lêborînê dixwazin.”
Ji ber vetoya Rûsya û Çînê ku di destpêka Tîrmeha 2020’an de hatibû kirin pêşnûmeya Belçîka-Almanyayê hilweşiya.
Konseya Ewlekariyê jî, pêşnûmeya Rûsya ya derbarê vekirina deriyekî tenê li ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê ji bo derbasbûna alîkariyan red kir.
Nûnerê Almanya Christopher Heusgen ku welatê wî serkêşiya konseyê dike got:
“4 endamên Konseyê deng dan biryarê, 7 endaman li dijî biryarê deng dan û 4 dengê xwe nedan.
Ev biryar li gorî ku dihat xwestin deng wernegirt.”