​​​​​​​Li taxa Şêxmeqsûd ji bo zarokê sêwî şahiyek hat lidarxistin

Komeleya xwedîkerina zarokên Sêwî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şahiyek ji bo zarokên sêwî li dar xist.

Şahî bi beşdarbûna bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li qada Cebanat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin.

Hevserokê komeleyê Mistefa Seydo diyar kir ku xebatên wan ên piştgiriya madî û manewî ji bo zarokan berdewam dikin.

Her wiha Endamê Hevgirtina Olan Elî El-Hesen jî diyar kir ku şer, êş û birîn li pey xwe hişt û da zanîn yên herî zêde para xwe ji vê êşê girtin zarokên sêwî ne û got, “Ev zarok ji xizmên xwe dûr in, lê em xizmên wan in.”

Piştre Koma Şehîd Barîn û Koma Kulîlkên pêşerojê stranên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de diyarî li zarokên sêwî hatin belavkirin û dîlan hatin gerandin.

Back to top button