Bi beşdariya bi sedan jinên ciwan li Kobanê meşek hat lidarxistin

Li Kobanê jinên ciwan li dijî sûcên Tirkiyê meşiyan. Efrîniyên Li Şehbayê jî dagirkerî şermezar kirin, Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn. 

Li Kobanê bi beşdariya bi sedan jinên ciwan ji Reqa, Tebqa, Dêrazorê, Minbic û Kobanê, meşek hat lidarxistin.

Di meşê de şehîdxistina hersê jinên çalakvan (Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî) hat şeremzarkirin.

Li herêma Şehbayê jî bi hezaran Efrînî li dijî sûc û êrîşên dagirkeriya Tirk meşeke girseyî li dar xist.

Meş bi dûrşmeya “Bi rihê 14 û 19’ê Tîrmehê em ê asta berxwedanê bilind bikin û Efrînê rizgar bikin” pêk hat.

Back to top button