Hesen Ozguneş: Şerê taybet û hiqûqa şer li hemberî HDP’ê meşandin

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hesen Ozguneş ji bernameya Bûyer a televîzyona me re destnîşan kir ku doza Kobanê dozeke siyasî û tolhildanê ye.
Ozguneş anî ziman ku bi vê dozê dixwazin têkoşîna demokratîk bitepisînin û desthilatdariya xwe li ser qirkirina gelê Kurd misoger bikin.
Ji bo piştgiriya bi HDP’ê re, Partiya Sosyalîst a Hollandayê çalakiyek li ber balyozxaneya Tirkiyê kir.

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hesen Ozguneş ji Ronahî TV re axivî û doza Kobanê bi dozeke siyasî bi nav kir û got:

Hikum û dozger şerê taybet û hiqûqa şer li hemberî hevalên me dimeşandin.

Hesen Ozguneş anî ziman, hikûmeta AKP-MHP’ê dîktatorî û faşîzimê li ser gelê Kurd û Tirkiyê dimeşîne, her wiha heyîn û desthilatdariya xwe li ser qirkirina gelê Kurd dibîne.

Hesen Ozguneş: Divê gelê me yekîtî û çalakiyên xwe xurt bikin

Ozguneş serkeftina Kobanê li hemberî DAIŞ’ê û binketina Tirkiyê di hilbijartinan bi bîr xist û ragihand ku ev doz dozeke tolhildanê ye û ji bo tepisandina têkoşîna demokratîk e.

Partiya Sosyalîst a Hollandayê piştgiriya HDP’ê kir

Li hemberî bêhiqûqiya dewleta Tirk, piştgiriya bi HDP’ê re zêde dibe.

Partiya Sosyalîst li bajarê Den Haag ê Hollandayê, li ber avahiya balyozxaneya Bilind a Tirk çalakiyek li dar xist.

Ji bo balê bikişînin ser 108 siyasetmedarên di “Doza Kobanê” de têne darizandin, bi findan li ber deriyê balyozxaneyê, jimara 108 hate nivîsandin.

Partiya Sosyalîst destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin HDP û têkoşîna demokratîk a li Tirkiyê.

Back to top button