
Duh koma duyem a çekdarên navxweyî ku danûstandinên bi hikûmeta Şamê re red kirin, ji bajarê Dareya hatin derxistin.
Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan da zanîn ku 79 kes, ji wan 45 çekdarên navxweyî û 34 jin û zarok ji Derayê hatin derxistin û gihaştin bajarê Babê yê dagirkirî.
Beriya wê jî koma yekemîn ji çekdarên navxweyî ku hejmara wan 8 kes ji Derayê hatibûn derxistin.
Çavdêriyê ragihand ku duh jî 4 çekdarên navxweyî ku berpirsek ji Feyleqa Pêncemîn jî di nav de, di encama kemînekê ku ji hêla hêzên Hikûmeta Şamê di navbera bajarokên Misêfra û Cîze de hatibû danîn, hain kuştin.
Li aliyekî din, Hêzên Hikêmeta Şamê duh bi çekên giran bajarê Deraa El-Beled topbaran kir.