Şêniyên gundewarên Dêrazorê taxên xwe diparêz in

Piştî êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê, li herêmê liv û tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ`ê zêde bûne. Ji ber vê yekê şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi hêzên ewlekariyê re taxên xwe diparêzin.

Bi armanca pêşîlêgirtina xeteriya şaneyên DAIŞ`ê, şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê parastina herêmên xwe dikin.

Bi vê re piştgiriya xwe bi hêzên ewlekariyê û QSD`ê re nîşan didin.

Li dijî hemû hewldanên têkbirina ewlehi û aramiya herêmê û derbkirina jiyana hevbeş a aştiyane, welatiyan soza destekdayîna ji hêzên xwe re da.

Back to top button