Rêber Ocalan: Divê li her çar parçeyan birêxistinbûn mezin bibe

Rêber Ocalan li ser rewşa rojavayê Kurdistanê jî nirxandin kir. Rêber Ocalan îşaret bi rêxistibûneke mezin ya beşên kurdistanê kir û nêzîkatiyên bila biçûk be lê ya min be jî rexne kir.

Rêber Ocalan di hevdîtina bi telefonê ya li gel birayê xwe Mehmet Ocalan de, li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî nirxandin kir.

Rêber Ocalan teqezî li ser birêxistinbûneke mezin a kurd kir û wiha got:

Partî û saziyên li Rojava birêxistinbûna demokratîk mezin nekirine, pir biçûk mane.

Wê bi van biçûkan ti pirsgirêk neyê çareserkirin, heta ku hêz çênebe wê çareserî bi pêş nekeve.

Ji bo vê yekê divê birêxistinbûn hê bêtir bê kirin.

Di heman demê de divê li her çar beşan jî birêxistinbûn bê mezinkirin.

Di rewşeke birêxistinkirî û bi hêzbûnê de çareserî bi pêş bikeve.

Rêber Ocalan: Nêzîkatiyên bila biçûk be lê ya min be nayê pejirandin

Rêber Ocalan nêzîkatiyên ku “bila biçûk be lê ya min be” rexnekir û ev tişt anî ziman:

Lê em nêzikbûna ‘bila dikan biçûk be lê ya min be’, qebûl nakin.

Dikana biçûk ne ji bo Kurdan ne jî ji bo gelên din pêwîst nîn e.

Divê dikan mezin be û her kes temsîliyeta xwe di wê dikanê de bibîne.

Ev dikan ne ya netewe û mezhebekê ye, partiya me vê tu carî qebûl nake.

Bi ser netewe û mezhebê re birêxistinbûn nabe.

Ji bo yekitiya demokratîk, hûn bi ser partiyê re pêşveçûnê çêkin û mezin bikin wê ev ji bo we baş be’.”

Back to top button