HPG: 2 tîmên yekîneyên veşartî yên artêşa tirk hatin kuştin

Di çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê ku li dijî yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker Pêk anîn de, bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatine cezakirin, gelek jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê bi daxuyaniyeke nivîskî agahî parve kir.

HPG’ê diyar kir ku 31’ê Tebaxê Tebaxê li Herêma Sumbul a Colemêrgê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir.

Li dijî vê oparasona dagirkeriyê ku ji tîmên veşartî pêk dihat, gerîlayan 2’yê Îlonê li devera Sirtê Ezîzanê çalakiyek kirin.

Di encamê de, bi qasî hate zelalkirin 2 dagirker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk leşkerên xwe yên kuştî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji qadê rakirine.

Back to top button