Yekîtiya Jinên Êzdî yên Efrînê banga dawîkirina sucên li dijî jin û zarokan kir

Yekîtiya Jinên Êzdî yên Efrînê bi daxuyaniyeke girseyî, suc û kirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî jin û zarokan li herêmên dagirkirî şermezar kirin.

Yekîtiya Jinên Êzdî diyar kir ku li pêş çavê cîhanê dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê sûcên dermirovî li dijî jin û zarokan li herêmên dagirkirî didomînin.

YJÊ, da zanîn ku ji bilî revandina jinan, destavêtin û kuştinê, vê carê zarokan jî direvînin, êşkence dikin û li beramberî wê fidiyê dixwazin.

YJÊ diyar kir jî, ku dewleta Tirk siyaseta qirkirinê û guhertina demografiya herêmê pêk tîne. ev tev jî sûcên şer in, li dijî mirovahiyê pêk tînin.

Yekîtiya Jinên Êzdî yên Efrînê bang li Rêxistina Mafên Zarokan UNICEF û civaka navneteweyî kir, ku bi erka xwe rabin, dawî li van sûcan bînin û parastina nirxên mirovahiyê bikin.

Back to top button